zinar @ sivildusunce.com

Nabêjin rast e yan vajiyê rastiyê ye. Ne min dîtiye, lê yê dîti gotiye. Divê bawer bike, yan jî qîm û biryar ên te bi xwe ne:

Gundiyên Cîmbegê di serê demsala payizê de rojekê sibe zû rabûn, yê kera xwe yê makera xwe kurtan kirin, das û werîsên xwe hildan û berê xwe dan çemê Xopanê ku her yekê barek gezik ji xwe re bîne û arduyê zivistanê amade bike.

Ew sal gutlên gezan li keviya çen pir hebûn. Her yekê çend kem bi dasê çinîn û kirin gurz, barê xwe bar kirin û berê xwe dan riya malê.

Riya gezvaniyan di keviya gundê Dilcanê re dibihurî. Dema ew hatin tangava gund, Rostemê qutiksor, bala xwe dayê ku va ye keçeke narîn bi destê lawikekî pênc-şeş salî yê xwînşêrîn girtiye û ji aliyê baxçeyan ve tê, ber bi gund ve diçe.

Rostemî bala xwe dayê ku xoxeke sorezerî bi destê lêwik e, lê hema meriv dibê belkî ji darên behiştê hatiye jêkirin. Rostek jî xwest ku bi lêwik şad bibe û gotê:
- Lawikê delal, tu xoxa xwe nadî min?

Bi gotina wî re intînî ji keçikê hilat, lawik lêva xwe qermiçand û herdu bi bez çûne nava gund. 
Keçik çû ba diya xwe û gotê:
- Dadê, dema em ji nava baxçe hatin, gezvaniyên gundê Cîmbegê di ber me re derbas bûn û xortekî qutiksor gote birayê min ”Tu Xoxê nadî min?” Ez pir tirsiyam ku ew min birevîne, em zû hatin malê…

Binefşa diya Xoxê hema rabû çû ba mêrê xwe ofî Dilmo û çarik ji serê xwe hilanî avête ser serê mêrê xwe û gotê:
- Min ne bi te û ne bi mêrantiya te! Gezvaniyên gundê Cîmbegê hindik mabû ku keça te Xoxê revandibûna. Tu jî mêr î, xweliya heft gundan li serê te be…

Sofî Dilmo got jina xwe:
- Keçê na, naaaa?

Jinikê got:
- Erê wele weye û ne zêde ye.

Dilmo got jina xwe:
- Ka tu here kadînê Modoliya min ji binê kayê kerxe û bîne…

Heta ku Binefşê tiving ji kadînê hanî û Dilmo rext û kutilkên fîşekan li nava xwe girêdan, kete pey riya gezvaniyan û çû, êdî gezvanî ji aqarê gundê Dilcanê jî derketibûn û gehabûn nêzê gundê xwe.

Lê belê ew gotina “tu xoxa xwe nadî min?” yan ”Tu Xoxê nadî min?” birîneke kûr di dilê Sofî Dilmoyî de vekiribû. Wî tivin ji mile xwe danexist û çavên wî her li rê bû, belkî ew gezvanî roja din dîsa werin û herin gezikan.

Roja din an roja dîtirkê Sofî Dilmo bala xwe dayê ku wa ye birek gundiyên Cîmbegê li kerên xwe siwar in û ber bi çemê Xopanî ve dicin. Li wan niherî ku wa ye zilamekî qutiksor jî li kerekê siwar e û di nava wan de ye, xwe bi xwe got:
“Heheh! Wele ez ê îro birîna dilê xwe bikewînim” û wî jî xwe berda ser rê û rast çû ber çem, xwe di nava deviyên gezan de veşart û bû notirvanê zilamê qutiksor ka wê çewan û kengê keys lê bîne.

Gundiyên Cîmbegê li ber keviya Çem ji hev belav bûne, her yekê çûye ber deviyekê û bi dasê gez diçine.

Sofî Dilmo jî hey xwe ber bi zilamê qutiksor ve dikişîne.
Ha wisan çû nêzê wî, tivinga xwe sererast kir û tiliya xwe li ser tetik kuband, ji bo ku bi derbekê wî bihingêve li benda fersengê ma. 
Carekî dît ku zilamê qutiksor yekî salxur e, bi temenê xwe jê jî mezintir e û xwe bi xwe got:
“Hela, helaaaah! Ma wê ev zilamê hanê çewa van gotinan ji keça min Xoxê re bêje?” 
Hema tivinga xwe serberjêr kir, ji nava deviyê derket û çû ba zilamê qutiksor, jê pirsî got:
- Tu ji gundê Cîmbegê yî?
- Erê.
- Rast bêje, ew ê ku zimanê xwe dirêj kirbû û peyvên xirab gotibûn keça min, tu yî?

Qutiksoro dasê ji destên xwe berda, destekî xwe avêt porê xwe û gote Sofî Dilmo:
- Kuro, ez yê wan gotinan im ku wisa bibêjim keça te. Ne niha neviya min Zînê di temenê keça te de ye.

Qutiksoro naveroka meselê fim kir ku çi ye û gote Sofî Dilmo: 
- Dema Rostemê Axê ji lawikê te yê piçûk re got “Tu xoxa xwe nadî min?” deng hate min jî. Wî ji xoxa bi destê lawikê te re got, ew jî pê henek kir û xwest ku û pê şad bibe. Lê wî nizanibû ku navê keça te jî Xoxê ye. Mesele ev e. Ha wa ye Rostem jî li dera hanê gez diçine, ewê qutiksipî ye û tu jî wî dinasî ku ew kurê kê ye.

Sofî Dilmo gote zilamê qutiksor:
- Wey mala min xirabe, hindik mabû ku ez te bikujim û bibin qatil. Xwezî min pêşî zaniba ku Rostemî ji bo xoxa di destê lawikê min de wisa gotiye. Xwedê ji te razî be, mala te ava. Te min ji belayeke mezin xilas kir.

BI HÊVIYA KU ZANAYÊN ME NAVEROKA TIŞTAN FÊM BIKIN Û HÊJ DI KIRIN Û NEKIRINÊ DE BIRYAR BIDIN.

(Ev çîrok rast e, lê tenê min navan guhertiye)