zinar @ sivildusunce.com
 

Ev nivîsa li ser Mejiyê Mirovan, li ser daxwaza helbestvanê Kurd Ebduleh Celan pêşkêşê biraderan dikim. Min berê jî, nivîseke wisa bi nimreya 35, roja 05/ 07/ 2013an jî weşandiye. 
Bi kurmancî ji mejî re ”mix”, ”mêşk” û “mêjik” jî têne gotin. 
Li ser naveroka ku mejî çi ye û dikare çi bike, hin agahdarî pêşkêşê cenabê we dikim:

Ev goştê mîna hevîrê rengzerik ku di nava qoqê mirovan de ye, çi ye û tê de çi huner heye, berê serê rawestiyabûm, encam weha derketibû holê:
Mejiyekî kame yê di nava qoqê zilaman de, kêm-zêde 1.300 gram e. Lê eynî mejiyekî wisa ku di nava qoqê jinan de ye, 1.275 gram e. Mejî ji hicirk û qulçavkan afiriye û tê de bi milyonan hene.
Herweha mejî hebûneke wisa xurt e ku tu car berepaş naçe û tiştên ku di hicirkan de hatibin qeydkirin jî, wan dipaêze û çu car jê dernakevin. Tenê bi nexweşiyeke taybet mejî dikare serobin dibe.

Eger zanîna dinyayê tev têkeve mejiyekî, tenê ji %17 tije dibe. Yanî eger zanîna pênc dinyayên dî jî têkevin nava mejiyekî, dîsa valahî tê de dimîne.

Gelo em çiqas sûd mejiyê xwe werdigirin û zanînê tê de qeyd dikin?
Pir giring e ku meriv wan hicirkan bide şixulandin. Îcar şixulandin çewan çêdibe?

Bêguman çewa ku laşê meriv xwevayê xwarin, vexwarin, jimnastîk, masaja laş, paqijî û libatê ye, mejî jî herwisa xwevayê wan tiştan e.

Xwarina mejî, xwendin e. Jimnastîka Mejî, sêwirandine. Masaja mejî, kişandin û mizdana guhan e. Libat û bazdana mejî jî, hevberkirina başî û nebaşiyan e, piştre jî dîtira riya rast e. Paqijiya mejî jî, bihnberdan e.

Ez neh sal û nîv li Nexweşxaneya Xaça Sor li ba pênc doktoran tedawî bûme. Ez gelek tişt ji wan fêr bûme, xasma yê psîkolojî ku meriv çewa dikare mejiyê xwe biparêze...

Eger meriv mejiyê xwe nexe binê rêzmendiyê (disiplin), wê fêrê tiraliyê bibe û hicirk û qulçavkên wî dê bixitimin. Eynî mîna laşê ku bê şûştin dimîne, qulikên çerm dixitimin û pêşî xur dest pê dike, piştre jî nexweşî...

Sal 1998-99 gava min û Maycel Chayetê Emerîkî hev dît, min pirsa ku ew çend ziman dizane kir. Bersiv an 32 bû yan jî 33 bû. Gava min temenê wî pirsî, got ku ew 38 salî ye. Wî camêrî bi kurmancî wek min, bi soranî jî weke biraderên ji herêma soranê zimanê kurdî dizanibû.

- Baş e, gelo tu yê ku niha vê nivîsê dixwînî, tu çend ziman dizanî?
- Madem tu bi kurdiya kurmancî dipeyivî, gelo tu kurmancî ji % çiqas dizanî?

Divê mirov di nezanîna zimanan de li ber xwe nekeve, fedî neke û xwe kêm jî nebîne. Lewra ferqeke hûrik jî di navbera mejiyê te û yê Maycel Chayetî de tune. 
Nexwe ew çima zimanê te rind dizane û tu rind zimanê xwe nizanî?

Li virê mesele, tiralî ye. Te xwe li tiraliyê girêdaye û tu xwe fêrê zimanê xwe nakî. Lê ewê dî, zîrek e û zimanê xwe jî, yê te jî fêr bûye.

Hêvîdar im ku her kurdek mejiyê xwe rind biparêze, xwe rind fêrê zimanê xwe bike û çend berhem jî binivîse, lê pêşî serpêhatiya xwe bi kurdî binivîse û bike pirtûk, piştre yên dî...