zinar @ sivildusunce.com

Divê em dîsa vegerin ser foklora xwe. Lewra miletê bê folklor goristaneke bê kêlik e, yê bi folklor gulistaneke bê hempa ye. Meselok an çîroka Şeytanê Feqîrok weha ye:

Dibêjin, gundek hebûye, xelkê wî pir milahîm û nişmî bûye û çu carê şer û qirên û pev nedikirin. Gundî wisa ji hevûdu re baş bûne ku nanekî bê hev nedixwarin.

Dibêjin şeytanên dupê kirine nekirine, nikaribûne xirabiyekê têxin nava wî gundî ku wan ji hevûdu re bikim dijmin.

Îcar her sal gava ku şeytanan kongreya xwe dikir, bi taybetî li ser wî gundê milahîm xeberdidan û digotin ku çima ew gun bi hevûdu re şer nakin, li hev naxin û xirabî bi hev nakin!

Mîrê şeytanan di kongreyê de gotiye: “Divê em li pêşberê vî gundî zîrek bin û pir bişixulin, em çareyek bibînin da ew li hev bixin û bibin dijminên hevûdu.”

Piştî kongreyê, şeytan hemû rabûne û çûne li dora wî gundî nitirîne, da keysa wan bê û xirabî têxine nava gundiyan. Lê ew mane û nemane, çûne û hatine, kirine û nekirine tiştek bi destên wan neketiye.

Di nava şeytanan de şeytanekî feqîrok hebûye,gotiye: Vî karî bispêrin min, ez ê çareser bikim.

Şeytanê Feqîrok rabûye xwe bedilandiye û çûye ketiye nava gund, li kuçe û kolanan geriyaye. Li ber deriyê malekê dîtiye ku wa ye golikek bi sing ve girêdayî ye. Hêdîkan çûye ber golikê û sing ji erdê kişandye û şûnde vegeriyaye, çûye ba hevalên xwe.

Dema golikê dîtiye ku singê wê sist e, çûye ketiye nava zadê yekî gundî û çêriyaye. 
Xwdiyê zêd dîtiye ku wa ye golikek di nava zadê wî de ye û diçêre, çûye rahiştiye nihîtekî (kevirê mezin) û li şilika golikê xistiye, golik ketiye erdê û miriye. Xwediyê golikê jî çûye li xwediyê zad xistiye û wî kuştiye. Merivên xwediyê zad hatine û lê xistine xwediyê golikê kuştine. Ha bi wî hawayî gundî berrizîne hev û yek yekî kuştiye; vê berê ew kuştine û wê berê ev kuştine, heta ku qesabxaneya mêran li erdê rast kirine.

Mîrê şeytanan jî rabûye diyariyeke mezin daye wî Şeytanokê Feqîrok û xelateke mezin jî dayê.

Hêvîdar im ku rêber û siyasetmedarên me jî neyên leyztika şeytanokên dupê û xisareke mezin nedin hevûdu.


pencinar.z@gmail.com