zinar @ sivildusunce.com
Çendî ku  ji 1925 heta 1938-an, Medreseya Kurdî  bi awayekî xirab hatiye perçiqandin jî, lê piştre dem pir neçûye dewletê dîsa xwestiye ku wan medreseyan veke û têxe binê çavddêriya xwe.
 
Çendî ku vekirina wan medreseyan li gor qanûna heyî qedexe bûye jî, lê dewletê hin bi hin fersend daye ku vebin. Piştî 1939-40-î li hin deveran medrese vebûne û dest bi jiyanê kirin. Lê belê weke caran dîsa jî her tişt bi tersê daxwaza dewletê hatiye domandin.
 
Ew medrese di dawiya salên şêstî de ji ber dek û dolabên dewletê, hem ji ber tengasiya rewşa demê, hinek jî ji ber rewşa nûjen a mercên dinyayê, hinbihin teqla xwe sist kirine û di salên heftêyî de ketine nava pêlên deryaya dîrokê û tê de nixro bûne. 
 
Îro gelek rewşenbîr hene ku zêde agahdariya wan bi rewşa wan medreseyan nîne ka çewa bûne, xwendina wan bi çi awayî hatiye meşandin û ev e nehsed-hezar sal in wê saziyê bi çi rengî xwe îdare kiriye. Herweha pir kes hene ku niha meraqeke zêde jî dikin û dixwazin ku bizanibin ka ew medrese çi bûne, çi dikirin û çewa lipikîne. Hin kes jî hene ku dixwazin li ser wan medreseyan lêkolîn bikin, rewşa xwendina di wan de derxînin holê û bi raya giştî bidin zanîn. Lê ji ber nebûn an kêmbûna agahdariyên li ser wê yekê, karê wan hîn bêtir dijwar û zehmet bûye.
 
Ev yek jî eşkere ye, heta niha tu kesî yan sazgeh û rêxistinekê, hewl nedaye ku li ser medreseyan lêkolîn bike û rewşa wê xwendina kevnare bi nifşên nû bide zanîn. Bêguman çi kesê yan çi civata ku serpêhatiya xwe ya bihurî nizanibe û paşeroja xwe neyne ber çavan, ew nikare pêşeroja xwe jî sererast bike.
 
 
Rewşenbîrên Kurd ên kevnare vê saziya medreseyê wek pîroziyeke xwe ya nijadî parastine, nifş bi nifş anîne, ta ku gihandine dema îro û xistine destên rewşenbîr û siyasetmedarên nûjen ên dewra vê cîhana medenî.
 
Bêguman, çewa ku her welatek an her neteweyek li gor tore, edet û rewşa xwe di demên bihurî de dixwendin û ku niha jî her wisa dixwînin, bi zimanê xwe dinivîsin û dipeyivin, berê li Kurdistanê jî perwerde bi zimanê kurdî, hinek bi kurdî û erebî dibû. Di ber de hindik farisî jî dihate xwendin. Ew xwendin bi sedsalan jî her wisan hatiye domandin...
 
Belam piştî pejirandina ola îslamê ta bi çarîka sisiyan a Sedsala Bîstî jî, Kurdan di medreseyên xwe de van şaxên zanistiyê yên li jêrê xwendine:
 
1- Serf û Nehwa Erebî,
2- Tefsîra Quranê,
3- Hedîsa Pêxember,
4- Ilmê Mentiqê,
5- Edeba Behsê (uslûba axaftinê),
6- Hawayên Xweşbêjîyê (waz û nesîhet),
7- Ilmê Belaxetê (ragîhandin),
8- Ilmê Kelamê,
9- Ilmê Hikmetê,
10- Ilmê Qanûnê,
11- Ilmê Feraizê (hiqûqa mîratê),
12- Ilmê Wehdaniyetê (Eqîde),
13- Ilmê Usûlê,
14- Ilmê Heyetê (astronomî û astrolojî),
15- Ilmê Tendurustiyê,
16- Ilmê Hesabê (matematik),
17- Ilmê Felsefê.
18- Ilmê Siyasetê.
19- Ilmê Leşsaxiyê.
 
 
 
Piraniya van şaxan her çiqasî ku bi zimanê erebî dihatin kirin, lê dersdaran ew  tev werdigerandin zimanê kurdî û dersa şagirdên xwe didan. Herweha çend pirtûkên ku xwerû bi zimanê kurdî -zaravayê kurmancî ne jî bi dersîtî dihatin xwendin.
 
Tiştekî din ku zêdetir bala mirov dikişîne ev jî heye, ku nivîskarên piraniya wan pirtûkên bi zimanê erebî yên ku di medreseyên kurdî de dihatin xwendin, Kurd bûne.  Ev rastî jî eşkere ye ku hewesa mele û feqiyên Kurd, zêde ji pirtûkên ku nivîskarên wan Ereb in re çênedibû.
 
Ez bi vê nivîsa xwe, her çiqasî kurt û bi kêmasî ye jî, agahdariyeke kurt li ser rewşa xwendina Medreseya Kurdî, didim xwendevanên nûjen. Ez ê li virê, ji destpêka xwendinê çi feqetî, meletî û rewşa xwendinê be, herweha navên pirtûkên ku di Medreseya Kurdî de dihatin xwendin, bi rêzê dinivîsim. Ez bi hêvî me ku ev xebata bê zanîna navên hinek nivîskarên pirtûkan û tarîxa jidayikbûn û mirina wan, dê hinek tîrêjên bi ruhnî bide pêşiya rewşenbîr, siyasetmedar, lêkolîner, kurdolog û zanîngehên ku dê li ser babeta medresê lêkolîn bikin. 
 
 
Ji destpêka Xwendina Medresê heta ku dawî li xwendinê tê, weha ye:
- Destpêka Xwendina Zarûkan: Ev xwendin di sawiya dibistanê de ye.
- Destpêka Feqîtiyê: Ev xwendin di sawiya mekteba navîn û lîseyê de ye.
- Destpêka Talibtiyê: Ev xwendin di sawiya zanîngehê de ye.
 
Di xwendina Medreseya Kurdîde derbaskirina awayê wek sinif ango sal tune, lê xwendina jimarek pirtûk heye ku jê re XWENDINA RÊZÊ tê gotin.  Xwendina van pirtûkan wek zeman, di 15 û 25 salan de kuta dibe. Şagirdekî jêhatî û zîrek, dikare di 15 salan de jî kuta bike. Lê eger şagird ne jêhatî be, belkî Xwendina Rêzê di 20 û heta 25 salan de hêj dikare kuta bike.
Piştî ku xwendina Destpêka Talibtiyê qediya, îcar  dor tê ser Wergirtina Îcazeya (destûrname) Xwendinê.
 
Piştî wergirtina destûrnameya Medresê, şagirt dibe xwediyê van xeysetan:
- Mafê meletiyê bi dest dixist û dikare dersa feqiyan bide.
 
Îcar kesên ku meletî dikin û ders bidin feqiyan, dibin du nivş: 1)  Meleyên Heftilmî tê gotin ku di Medreseya Kurdî de heft şaxên zanistiyê xwendiye. 2) Meleyên Duwazdehilmî tê gotin ku di Medreseya Kurdî de duwazdeh şaxên zanistiyê dixwendiye.
 
 
Di Medreseya Kurdî de  Disiplîna Xwendinê:
 
Di Medreseya Kurdî de, disiplîneke pir hişk hebû, kesê ku xwe li ber wê disiplînê ranegirtiba, nikaribû bixwîne. Di her Medreseya Kurdî de, berpirsekî îdarî hebû, jê re mîr dihate gotin. Ev Mîrê Medresê  jî, bi hilbijardin dihate destnîşankirin. Gelek caran dersdarê medresêjî, bêgav dima ku bi xebera mîr bike.
 
Di Medreseya Kurdî de rojên bihnvedanê hebûn, roja pêncşemê piştî limêja nivro dest pê dikiri û roja înê êvarê beî limêja mexrebê diqediya. Di wan rojan de kesî dest nedida pirtûkan, şagirdan tenê kêf û henek û laqirdî dikirn, bi şevan jî reqs û bêlimte û leyztikên din dikirin. Hin caran şagird diçûn geştê; kar û berx dibirin çolê li ser kaniyekê an li keviya çem û çayekê serjê dikirin, goşt dipijandin/diqelandin û tevî savar hin caran birinc û wekî din xwarin dixwarin.
 
Her malbateke Kurd xwe mecbûr didît ku alîkariya xwendekarekî Medreseya Kurdî bike, yanî her şagirdek dibû wek kurê malekê.
 
Medreseya Kurdî ji karê xwendinû perwerdeyê zêdetir, eynî dem wek dadgeh jî kar dikir; hemû gelş û sergêjiyên civatê şareser dikir.
 
 
Pirtûkên ku di medreseyan de dihatin xwendin:
Xwedina ku li medreseyên Kurdistanê dihate kirin, bi tîpên erebî dibû. Tê de ji sed pirtûkî zûdetir dihatin xwendin. Herweha piraniya wan pirtûkên ku dihatin xwendin jî, yên bi zimanê erebî bûn. Wek Serf û Nehwa erebî, Şerîet, Hedîs,Tefsîr, Mentiq, Îstî´are, Mûnazere, Usûl, Eqîde, Cebir û hwd... 
 
Îcar em ê li virê ji destpêka xwendinê heta ku xwendina Medresê kuta dibe, navê hin pirtûkên ku dihatin xwendin li jêrê binivîsin:
1- ELÎFBÊTIK, fêrbûna destpêkê ya bi tîpên erebî. Lê Kurdan tîpa g, v, p lê zêde kirine û li gor fonetîka zimanê xwesererast kirine.
2- QUR´AN: Ji misilmanan re pirtûka asîmanî ya herî pîroz e û xwerû bi zimanê erebî (bi devoka Qureyşî hatiye nivîsandin). Di vê pirtûka pîroz de 114 sûret û 6233 ayet hene û li 30 pişkî hatiye parvekirin. Ji her pişkekê re cizû tê gotin. Di her cizûyekê de jî çar beş hene.
 
3- MEWLÛDA KURMANCÎ: Piştî kutakirina Qur´anê, Mewlûda Kurmancî tê xwendin. Mewlûda Kurmancî ango weladeta Mihemed Pêxember (sxl) bi naveroka xwe serpêhatî ye ku Melê Bateyî tê de hin bûyerên dîrokî li gorî felsefa îslamê anîne zimên.
 
4- NÛBIHAR (NÛBAR):  Ferhengoka mamosteyê nemir a Ehmedê Xanî ye (1651-1707) ku bi helbestî, hem jî bi kite û  qafiye, bêjeyên  erebî û kurdî bi xeysetê ferhengok nivîsîne. Xanî  çewa ku wî bi xwe di paşiya Nûbarê de gotiye, di 11-ê Adara 1094-an (1683) de nivîsiye
 
5- NEHC-UL ENAM: Bi naveroka xwe baweriya (Eqîde) ola îslamê ye û ji aliyê Mele Xelîlê Sêrtî ve hatiye nivîsandin.
 
6- EQÎDEYA EHMEDÊ XANÎ: Çewa ku ji navê wê jî tê zanîn ev berhem, baweriya ola îslamê ye ku mamosteyê nemir Ehmedê Xanî ew bi helbestkî û bi zaravayê kurmancî nivîsiye. Tê de 73 malik hene, hemû bi kêş û qafiye û bi yazdeh kiteyan dikişin.
 
7- XAYET-UL ÎQTISSAR. Xwerû bi zimanê erebî ye.
 
8- ÎBNÛ QASIM, nivîskarê wê Îbnû Qasim Kurd bûye û xwerû bi zimanê erebî ye.
 
9- BACÛRÎ, nivîskarê wê Îbrahîm Bacûrî Kurd bûye, xwerû bi zimanê erebî ye.
 
10- TESRÎFA KURMANCÎ: Ev pirtûka bi zimanê kurdî li ser Serfa (Kişandina lêkeran) erebî ji aliyê Mele Elî Teremaxî ve hatiye nivîsandin. Kesê ku vê pirtûkê dixwîne, hemûyî jiber dike.
 
11- EMSÎLE: Pirtûk bi zimanê erebî ye û li ser Serfa erebî hatiye nivîsandin.
 
12- IZZÎ: Pirtûk bi zimanê erebî û li ser Serfa erebî hatiye nivîsandin.
 
13- EWAMILA CURCANÎ: Ev pirtûk bi naveroka xwe Nehw (Gramatîk) e û bi zimanê erebî hatiye nivîsandin. Navê nivîskarê wê, Ebdulqadirê kurê Ebdurehman ê Gurganî (Kurd) ye.
 
14- ZURÛF (AMAN): Ev pirtûka bi zimanê kurdî, li ser Nehwa erebî ji aliyê Mele Ûnisê Erqetênî (Kurd) ve hatiye nivîsandin.
 
15- TERKÎB: Ev pirtûka bi zaravayê kurmancî, li ser Nehwa erebî ji aliyê Mele Ûnisê Erqetênî ve bi zimanê kurdî hatiye nivîsandin.
 
16- SE´DULLAHA SEXÎR: Ev pirtûka xwerû bi zimanê erebî, şerha ´Ewamila Curcanî ye ku Nehwa erebî bi awayekî firetir daye nasandin. Çewa ku ji navê wê jî tê zanîn, nivîskarê wê Se´dullah SEXÎR (Kurd) e.
 
17- ŞERH-IL MUXNÎ: Ev pirtûka Nehwa erebî xwerû bi zimanê erebî hatiye nivîsandin.
 
18- S´EDÎNÎ: Ev pirtûka Serfa erebî xwerû bi zimanê erebî hatiye nivîsandin. Herweha ew şerha pirtûka Izzî ye. Nivîskarê wê Se´dê Tevdezanî Kurd bûye.
 
19- HELL: Pirtûk bi naveroka xwe Nehwa erebî ye û bi erebiyeke pir hişk hatiye nivîsandin.
 
20- S´EDULLAHA GEWRA: Pirtûk bi naveroka xwe Nehwa erebî ye û bi zimanê erebî, ji aliyê S´edullah Gewre (Kurd) ve hatiye nivîsandin.
21- NETAIC-UL EFKAR, felsefeya grekî (Yunan) ye û bi zimanê erebî hatiye wergerandin.
22- SIYÛTÎ. Xwerû bi zimanê erebî ye.
 
23- CAMÎ, xwerû bi zimanê erebî ye û ji aliyê Mewlana Mela Camî ve hatiye nivîsandin.
 
24- MUXNÎT`TULAB, mentiq e û bi zimanê erebî ye.
 
25- ÎSAXÛCÎ, mentiq e, nivîskarê wê Mele Xelîlê Sêrtî ye.
 
26- QEWLEHMED, mentiq e û bi zimanê erebî ye.
 
27- ´USSAMA WEDD´Ê: Pirtûk, xwerû bi zimanê erebî ye; rewş û tertîba çêkirina tiştan dide zanîn.
 
28- ´USSAMA ÎSTδARÊ: Pirtûk xwerû bi zimanê erebî ye, rewş û tertîba çêkirina tiştên ne heqîqî (mecaz) dide zanîn.
 
29- ŞERHA WELÎD: Pirtûk xwerû bi zimanê erebî ye, bi naveroka xwe Mûnaqeşe û Munazzere ye,
 
30- HAŞIYA EBDULWEHAB xwerû bi zimanê erebî ye.
 
31- HAŞIYA USSAM xwerû bi zimanê erebî ye.
 
32- HAŞIYA EBDULHEKÎM: Pirtûk xwerû û bi zimanê erebî ye.
 
33- ŞERHŞEMSÎ, mentiq e. Nivîskarê wê, Se´dê Tevdezanî Kurd bûye.
 
34- MUXTESSER, felsefe ye, nivîskarê wê, Sedê Tevdezanî Kurd bûye.
 
35- ŞERH-UL EQAÎD:  Pirtûk xwerû bi zimanê erebî ye, rewş û rêveçûna hemû baweriyan beyan dike û li dinyayê çiqas cûre bawerî hene tevek nivîsîne. Nivîskarê wê, S´edê Tevdezanî Kurd bûye.
 
36- CEM´IL CEWAMI´:  Pirtûk xwerû bi zimanê erebî ye, bi naveroka xwe ´Ilmê Usûlê ye; ji destpêka xwendinê hetanî vê pirtûkê, pirtûkên ku bihurîne kurtîneka wan tevan aniye zimên. Tê gotin ku nivîskarê wê Kurd e.
 
37- ŞAFÎ (lûxet): Pirtûk xwerû û bi zimanê erebî ye.
 
38- ÎMTÎHAN (Nehw): Pirtûk xwerû bi zimanê erebî ye.
 
39- EBÛTALIB (Nehw). Pirtûk xwerû bi zimanê erebî ye.
 
40- ÎBNÛ ´UQEYL (Nehw). Pirtûk xwerû bi zimanê erebî ye.
 
41- TESSRÎFA EREBÎ (Serf), nivîskar: Mele Elî Kurd bûye û xwerû bi zimanê erebî ye.
 
42- QIZILCÎ (Serf): Pirtûk xwerû bi zimanê erebî ye, nivîskarê wê Kurd bûye.
 
43- QEREDAXÎ (Serf) Pirtûk xwerû bi zimanê erebî ye nivîskarê wê Kurd bûye.
44- DÎWANA MELAYÊ CIZÎRÎ. Pirtûk bi zimanê kurdî ye.
45- MEM Û ZÎNa Ehmedê Xanî: Pirtûk xwerû bi zimanê kurdî ye.
46- RÎSALA HEMÎDÎYE: Pirtûk xwerû bi zimanê erebî ye.
47- ŞERHA LUBABÊ (Nehw): Pirtûk xwerû bi zimanê erebî ye.
48- SITÛR, çêbûna Tiştan beyan dike, xwerû bi zimanê erebî ye, lê navê wê  bi kurdî hatiye danîn ango mezin û qelew.
49- RÎSALA WED´Ê, Rewşa Çêbûna tiştan  beyan dike, xwerû bi zimanê erebî ye.
50- RÎSALA ÎSTδARÊ (Mecaz û teşbîhan  beyan dike, pirtûk xwerû bi zimanê erebî ye.
 
51- SILÊMANÊ KURDÎ, Şerî´et: Pirtûk xwerû bi zimanê erebî ye. JI aliyê Silêmanê Kurdî ve hatiye nivîsandin.
 
52- TENWÎR-UL QULÛB, Tesewuf, şêx Mihemed Emînê Hewlêrî nivîsiye.
53- ÎRŞAD-UL´ÎBAD, Şerî´et, şêx Zeynedînê kurê Ebdulezîz ê Milêbarî (kurd) nivîsiye, xwerû bi zimanê erebî ye.
 
54- FETAWA ÎBNÛ HECER, şerî´et, îbnû Hecer bi zimanê erebî nivîsiye, heşt cild in.
 
55- MÎNHACUTTALIBÎN: Pirtûk xwerû bi zimanê erebî ye.
 
56- MUXNÎ-L MUHTAC, şerî´et, çar cild, şerha Mînhacê, xwerû bi zimanê erebî ye.
 
57- FETH-UL MÛ´ÎN, şerî´et,  xwerû bi zimanê erebî ye.
 
58- δANETUT`TALIBÎN, şerî´et, çar cild in, xwerû bi zimanê erebî ye.
 
59- BÛCEYREMÎ, şerî´et, çar cild in, xwerû bi zimanê erebî ye.
 
60- EL TEQRÎR: Pirtûk xwerû bi zimanê erebî ye.
 
61- EHYA-UL ´ULÛM: Pirtûk xwerû bi zimanê erebî ye.
 
62- ÎRŞAD-UL ´ÎBAD, şerî´et e, bi zimanê kurdî ji aliyê Xelîfe Ûsiv ve hatiye nivîsandin.
63- TEFSÎRA CELALEYN ya Quranê.
64- TEFSÎRA SAWÎ ya Quranê, çar cild in.
65- TEFSÎRA CEMEL, ya Quranê, pênc cild in.
66- TEFSÎRA QAZÎ BEYDDAWÎ, ya Quranê, çar cild in.
67- TEFSÎRA ÎBNÛ KESÎR, ya Quranê çar cild in.
68- TEFSÎRA KEŞAF, ya Quranê duwazdeh cild in.
69- TEFSÎRA MENAR, ua Quranê yazdeh cild in.
70- TEFSÎRA FEXRÊ RAZÎ ya Quranê.
71- TEFSÎRA XAZÎ ya Quranê.
72- TEFSÎRA REMEL ya Quranê.
73- TEFSÎRA MUHMEL ya Quranê.
74- DURRET-UL WA´IZZÎN ya Quranê.
75- RIYADDUS`SALIHÎN. Xerû bi zimanê erebî ye.
76- DELÎL-UL FALIHÎN, heşt cild in.
77- MUSLIM, hedîs e.
78- BUXARΠ hedîs e.
79- ÎBN-UL MUXTESSER.
80- TACUR`RESÛL, pênc cild in.
81- NÎHAYET-UL BÎDAYE.
82- TEZKÎR-UL QURTEBÎ.
83- FETAWA HEDÎSÎYE.
84- NÛR-UL EBSSAR.
85- XERPÛTÎ, ev pirtûka bi zimanê erebî, bi navê kevn ê Elezîzê ye.
86- EL QERSÎ, ev pirtûka bi zimanê erebî, bi navê bajarê Qersê ye.
87- SIYERUN`NEBÎ hedîs e.
88- QISSES-UL ENBIYA.
89- MUHEMMED RESÛL.
Berî ku ez bigîjim dawiyê, ji van  89 pirtûkên ku bi rêzê nav û babeta  wan li jorê hatiye nivîsandin zêdetir, 24 pirtûkên din jî hene ku di Medreseya Kurdîde dihatin xwqendin.
Îcar li gor dabeşkirina şaxên xwendinê weha ne:
 
- 36 pirtûk fêrkirina ziman û gramatîk in.
- 14 pirtûk ên alîkarên dersê ne.
- 12 pirtûk ên şerî´etê ne.
- 11  pirtûk ên Tefsîra Qur´anê ne.
- 13 pirtûk ên  Hedîsê ne.
- 3 pirtûk ên Siyerê ne.
- 24 pirtûk klasîkên kurdî ne.
 
Stockholm 6/2015
Zenelabidin Zinar
Pencinar.z@gmail.com
www.pencinar.se