rojbin @ sivildusunce.com

Di demsala payîzê de, li gund rewşa hewayê bizavê zivistanê dikir. Hema tenê berf jê kêm bû.
Beyî ku mele banga nimêja mexrebê bike, dolmîşa gund ku herroj di van deman de ji bajêr dihat, lê van rojên dawî ji ber tezîya mala Elîyê Dilşayê, çûyin û hatina erebeyan li gund zêde dibû, hate paş alîyê mizgeftê sekinî…
Sînemê bi dile xwe yê xemgîn çenta ku dabû pişta xwe ve û tevli du valizên mezin bi herdu desten xwe ve kaş dikir. Ji erebê daket û berê xwe da mala xwe.
Ew li welatek derve xwendewan bû. Du roj berê bavê wê jê re telefon vekiribû û gotibû rewşa pîrika te xeterê de ye divê tu zu werî. Lê mixabin Sinemê xwe negihand ser pîrika xwe…
Wê piştî ku bi hemû mêvanên malê de ên ku ji boy tezîyê hatibûn ji mal derketin berê xwe da oda pîrîka xwe. Wan herî dawî du meh berê hevdu dîtibûn:
Têkilîyê wê di gel pîrika wê gelek xurt bû… Pîra wê hevdîtina wan ya herî dawî de mifta sindoqa xwe dabû wê. Wê sandoqê xencî pîrê tu kesî venedikir.
Carek pîrê li ba wê sindoq vekiribû. Nav sindoqê de qutîyek pîçûk hebû, sineme qutî girtibû deste xwe hevl dabû ku wê veke, pîrê ji deste wê girtîbû:
“Berxika pîrîka xwe ew qutî hevalrazê kul û keser û evîna pîrîka te ya rabûrdîyê ye. Kengî ez mirim tê wê qutîyê vebikî”
Sînemê bi kelecanek ku xemgînî tevlî xwe kiribû bi miftê sandoq vekîr.
Qutî jê derxîst û qapaxa qutîyê li ser rakir. Nav qutîyê de boxçeyek hevreşîm hebû. Sineme boxçe derxîst û vekir. Nav boxçê de çiftexasek qasê dismelakê piçûk bi qenevîçe hatibû nexşandin.
 Ya rast ne nexş bû, du nav lê hatibû nîvîsandin. Dîlşa û Orhan!
“Pîrê ma tu çêkirina qenevîçe fêrî min jî nakî?
“Ez ê fêrî keça xwe bikim. Dibe ku tu jî wek pîrîka xwe navê evîndarê xwe li ser çîftexasê bineqişînî”
Sînemê niha bêhtir têdigehîşt ku pîra wê jê re çi gotibû…
Belê tegehîştibû serborîyê pîrika wê de evînek birindar heye, lê kî bû ev Orhan? Niha li ku ye? Sax e, an mirîye? Pirs di mejîyê wê de direqisîn û mixabin kesê ku bersiva van pirsan bide jî tune bû…
Li ser mirina pîra Dilşayê mehek borîbû.
Edî mala Elîyê kurê wê jî ji mêvanan hêdî hêdî sihêl dibû.
Sinem dîsa wekî her car li oda pîrîka xwe de li ser nivînê wê xwe dirîj kiribû. Hêstirên ku dixwest bîne xwarê dinîqutî dile wê. Êşa tunebûna pîrê gîyanê wê pêçabû…
Mirin çîqas tehl be jî rastîyek jîyanê ye. Sînemê tevê ku xembarîya xwe û şîna xwe hê li ser xwe neavêtî bû jî divîya vegerîya zankoyê û perwerda xwe bidomanda. Lê cara dawî berê xwe da goristanê da ku ji pîrika xwe xatir bixwaze.
 Goristan li derveyê gund ber kendala çîya de hatibû avakirin di bin hewşa goristanê de çemek diherikî.
Sineme ji dûr ve çem temaşe dikir û gotinên pîrika xwe dianî bîra xwe:
“Dayika min a rehmetê digot: “dengê çem xemên mirovam belav dike” lê ji boy min rewş berewajî vê gotinê ye. Dengê çem serborîyên min ên ku di dile min de goristana xeman vekolaye zîndî dike”
“Keçê Sînem te xêr e vê sermaye de li vir çi dikî ma xwedê ji te girtîye tu ewqas li xwe tade dikî?
Xalê Şero li gor pîrika wê ya rehmetî teredînê gund bû. Ew gelek caran diçû bajar bi bajar digerîya û paşê vedigerîya gund.
“Na xalo ez tade li xwe nakim. Tenê hatim ser gora pîra xwe bes dengê çem xweşê min çû. Min xwest hinek lê temaşe bikim.”
“De here keçê ma çemê biharê ye ku bike xuşe xuş, pêl bi pêl biherike bi tevê behna gul û sosînan hingê erê weleh mirov ji xwezayê têr nabe lê niha ka çi tahma xwezayê maye xencî serma û seqemê.
Xalê Şero beyî ku gotinên xwe bi domîne li ser kevirekê runişt cixare derxist pêxîst û bera xwe da Sînemê gotinê xwe domand:
 “Keç sînem tu dizanî di ciwanîya pîrika te de çi dema ew û keçen gund dihatina ber qeraxa çem me xortan jî dida du wan. Sînem ku pişt mirina pîrika xwe qet nekenîya bû, bi van gotinên Şero bê hemdê xwe bişirî.
“Deka bêje xalê Şero evîndara te kê bû?
“Wekî piranîya xortên gund ên hevsalê min;  min jî dil dabû pîrika te ya rehmetî, wê bi bedewîya xwe ve  dile xortan har dikir; keçen hevsalên xwe jî bi xwe dihesidand. Xortên gund dema wê li ser kanî an di rêya bêrîyê de bidîtana dile wan wek çûkek serjêkirî diperpitî, lê wê çu dile xwe da mamosteyek tirk”
Bi van gotinên Şero kelecanekê xwe li laşê Sînemê pêça:
“Çawa! Navê wî çibû? Ji ku bû? Çi karê zilamê tirk li vê gundî hebû?
Sînemê pirsen xwe wek libên tizbîyê li du hev rêz dikir:
“Navê wî Orhan bû. Li vir mamostetî dikir. Gelek ji min hezdikir. Hingê li gund kesên tirkî bizanibûyana hema bêje qet tunebû. Ez li leşkerîyê hinek fêrî tirkî bibûm û min dixwest ez tirkîya xwe pêş ve bibim.
Min jê tika kiribû yek ceran dihatîme polê piştî ku zarok ji polê derdiketin em bi hev re dixebitîn. Rojek min ew li rex çem dît. Mirûzê xwe tehl kiribû, te digot qey şîn bi ser de hatiye.
Min sedema wê yeke pirsî got “ezê herim leşker”
 Ez kenîyam: “ma ne tu tirkî, tirkî zimanê te ye. Ka tu zehmetyên te çênabe divê tu ji leşkerîyê netirsî. Di wan salan de ciwanên kurd ji ber ku kurdî nedizanîbûn, leşkeri bi wan gelek giran dihat. Her veha ev dibû sedem ku; hinek serleşker bi vê hincetê zilmê bi xortên kurdan bikin. Mamoste Orhan, axînek kûr kişand û gotinê xwe domand:
“Belê rast e ez tirkim. Û tirkbûn jî ji boy min serbilindîye hervaha leşkerîya dewletê jî boy min rûmetek mezin e, lê ku mirov evîndar be hingê rewş diguhire” ez bi gotinên wî şaş mabûm. Min di jîyana xwe de yekem car didît ku kesek ewqas ji leşkerîyê hezbike. Ya rast ez hingê hinek jê hesidîm. Ew leşkerîya ku ji boy wî dibû rûmmet, ji boy me sedema metirsîyek mezin bû.
Hingê fikrek ewanî hate bîra min, min jê re got: “tu ji evîndara xwe re bi navnîşana min name bişîne soz ez ê nameya te bigehînim wê…”
Durîvê wî wekî gulek çilmisî pîştî ku, were avdan çawa ji nûve diweje wîsa geş bû.  Çavên wî çirûsîn, dile wî hêvîbexş bû û got:
Naxwe leşkeri ne xema min e…
 Mamoste Orhan li ser soza xwe ma. Sê meh şûn de name wî gehişt deste min.
Min ew vekir û xwend:
“Delalê tovên evîna te di dile min de şîn hat. Jiyana bê te wekî şevereş e. Ez pir bêrîya te dikim. Li benda min bimîne ez ê werim te bixwazim, eger te nedin min bi soz ez ê te birevînim”
Piştî ku min name xwend, min diranên xwe gijgijand çavên min sor bû.
 Hema ez çûm mal min ji deftera xwe ya ku ez û mamoste Orhan li ser dixebitîn rûpelek nenivîsî veçirand û min bi navê Mamoste Orhan ji nû ve nameyek ji pîrika te re nivisand:
“Dilşa! li min bibore malbata min keçek ji gundê me ji min re xwestine.
Piştî leşkerîyê ez ê bi wê re bizewicim. Tu li benda min nemine”
Piştî ku min ew name ji pîrika te re xwend û hemû xeyalên wê ji bin ve hilweşand, çira evînê di dile wê de vemirand, du meh borî. Min roj bi roj xwe amade dikir, daku ez malbata xwe bi xwezginî bişeynim mala bavê pîrika te, lê beyî ku malbata min bang li malbata Dilşayê bike; em pê hesîyan ku wê dane pîsmamê wê ango kalikê te. Hingê hezar poşmanî xwe li min pêça, lê êdî tiştek ji deste min nedihat. Heke min ji nû ve nameyek ji mamoste Orhan re binivîsanda, heta name bigehişta deste wî ji xwe dahweta dilşayê pêkdihat lewre ew tene mehekê nîşanî man.
Erê Sînemê min bi vê kiryarê xwe ya kirêt ve,  xwelî li sere xwe kir.
Ew pêncî sal e êş û şerma vê bûyerê dile min digoje. Ew ku ji bilî hezkirinê tu sucê wan rebenan nebû. Min nehîşt ew hêlîna xwe ava bikin û bi mirazê xwe şa bin.
Min mamoste Orhan bist sal berê li Enqerê dît. Digel ku ew sîh sal bû me hevdu nedîtibû wî dîsa ez naskirim. Hat ez himwêz kirim. Berê ez bêbiryar bûm lê paşê min tebat nekir û ez li xwe mukir hatim û min hemû bûyer jê re yek bi yek got û jê helalî xwest. Wî bersiva min neda, lê ez bawerim heqê xwe li min helal nekir…”
Sînem wek peykerekê li cihê xwe de qerîsîbû.
Digel ku poşmanîya xwe anî bû ziman jî, xalê Şero li ber çavê wê bibû wek marek reş. Heker şerm nekira wê tu bikira nav çavê wî. 
“Ê baş e piştî wê rojê te qet xeber ji mamoste Orhan girt?
“Belê ez du sal berê dîsa çûme Enqerê min navê gundê wan dizanîbû. Ez çûm gund min pirsa wî kir gotin çûye Elezîzê mala kurê xwe. Min nimra bêrika wî girt lê min newêrîya ez lê bigerim” heta mehek berê piştî mirina pîrîka te hestê tawanbarîyê dile min guwaşt. Ez nivê şevê rabûm rahiştim telefonê kurê wî got bavê min li nexweşxaneyê ye û rewşa wî girane nikare bipeyive”
Sînemê nimra telefonê ji xalê Şero vergirt û çend rojên dî, beyî ku here derveyê welat berê xwe da Enqerê.
Nebîyê Mamoste Orhan pêşwazîya Sînemê kir û ew bi hevre çûn nexweşxanê. Doxtor tene ji boy deh deqîqe destur da. Sînem bi kelecanek mezin kete hûndir. Hedîka  ber bi nivêne Mamoste ve çû. Mamoste bi dengekî lawaz got:
“Tu nebîyê Dilşayê yî?
“Belê ezbenî te çawa zanî?
“Tu gelek dişibî pîrika xwe. Min qet çavxezala xwe jibîr nekir ku!”
Mamoste Orhan hemû gotinên xwe ên ku dixwast ji Sînemê re vebêje, ji ber bêtaketîya xwe dadiqurtand…
Sînemê ji çente xwe dismala pîrika wê bi qenewîçe nexşandî dîrêjê mamoste kir. Mamoste ew da ber pozê xwe, pê hêstirên çavê xwe paqij kir û ji nebîyê xwe re gotina xwe ya dawî got:
“Dema ez mirin vê dismalê bikin nav kefenê min”