rojbin @ sivildusunce.com

 

Hîn kes hene ku bi kiryar û serkeftinên xwe ve di nav cikavêke de weke tav diçûrusin. Taybet di nav civaka Îslamê de jinên pêşkeftî û mînak weke stêrkên şevereş de diteyisin.

Meryem Cemîle jî di wî warî de baştirin mînak e, di nav civaka Îslamê de ye.

Me xwest em vê jina birûmet bi we bidin naskirin.  Bê gûman jinên misilman ên serkeftî û îmanberz herdem bala min dikşînin, lê ya rast navê Meryem Cemîle ji du alîyan ve bêhtir bala min kişand. Yek; ji ber ku ev xanim esil cihû ye û  di temenê xwe ên gelek ciwan de bûye misilman.  Ya dudu; lêkolînên vê canikê ên derbarê Ustad Bedîuzeman de weke şagîrdek Rîsale-î Nûr  bêhtir bala min kişand.

                           Meryem Cemîle Kê ye?

Meryem Cemîle bi eslê xwe keçek Cihû di sala 1934 de Emerîqayê hatîye dinyayê.

Malbata wê malbatek gelek dewlemend e. Ji Alman koçê Amerîqayê kirine.

Di sezde-çardeh salîya xwe de ji ber pisgirêkên derûnî demek dirêj tedawî dibe.

Di salên 1943-1949 de bi birayê xwe ve di sînegoga New Rochelle de beşdarê dersen Ereb-cihûyan dibe. Wê  demê Gelê Ereb bala wê dikîşîne.

Di çar salîya xwe de muzika klasîk bala wê dikşîne. Di yandez salîya xwe de dengê Ummî Kelsum guhdarî dike. pîştî ku ji dengê wê sureya Meryem guhdarî dike. Dev ji çûyina sînegogê berdide.

Duv re têkîlîya wê bi koma humanist ya Ethical Culture Society of Westchester çêdibe.

Sê salan beşdarê vê komê dibe. taybet dersên Dr. Shoop ên li ser teorîya evrîmê kir ku ew bibe ateîst.

Di sala 1952 de di despêka zankoyê de dîsa nexweşîyên wê rû dide. Ji ber wê yekê dev ji xwendina zankoyê berdide diçe bal malbata xwe.

Di sala 1953 de dayika wê ji pirtûkxanê wergerek distîne.

 Hevnasîna wê ya bi Qura’n pîroz bi xwendina wê wergerê Muhammed Marmaduke Pickthall destpê dike.  Di  zankoya New Yorkê de Muhammed Esed û profesor Abraham Isaac Kasth (esil cihû ) dibin  sedem ku ew bibe misilman. Margeret berwajî ramanên Kasth ên ku serdestîya cihûyan ya li hember Îslamê diparast derdiket. Li gor wê li hember neteweperstîya cihûyan nêrînên Îslamê ên gerdûnî bêhtir girîng bûn. Wê hemû wextê xwe ji boy xwendina pirtûkên ên derbarê Îslamê de terxan kir.

Wekê dî li gel xwendewanên zankoyê ên misilman ve diçe mizgeftan çavnêrîya îbadetê wandike. Sala1961 de di mezgefta Brooklyn de dibe misilman [1]

Nameyên Wê Ên Li Gel Alimên İslamê

 

Margeret keçek zîrek û agilmend bû ketibû pey lêkolînek kûr. Wekî tê zanînê di wan deman de ne telefon ne jî înternet hebû. Ew  bi rêya nameyan bi gelek alîman ve pêywendî dardixe. Hinek ji wan alîman ev in:

Li  Cezaîrê de Cemiyetu’l Ulema Abdulhamid Bin Badis El-Beşir el-İbrahimi û zavayê  Hasan el Benna bavê Tarık Ramazan Said Ramazan  serokwezîrê Surîye  Maruf el-Devalibi.

Em dikariin bibêjin en name bûne sedema kamilbûyîna wê.

Meryem Cemîle dûv re ji Seyid Kutub re name dişine. Kutub hingê di zindana Qahîrê de bû. ji ber şert û mercên ku tê de bû nikarîbû pê re bêhtir eleqedar bibe. Lewre berê wê dide hevalê xwe yê nêzîk Mewdûdî. Hevnasîna Cemîle ya bi Mewdudî re ji boy wê dibe destpêka jiyana nû.

Cemîle bi banga Mevdûdî ve koçê Patîstanê dike û li wîr dizewîce nema vedigere Amerîkayê. [2]

                           Nerînên Wê Ên Derbarê Saîdê Kurdî de.

Meryem Cemîle li  Sekülerizm, materyalizm, oryantalizm, modernizm û Siyonizmê gelek rexne girtîye. Wê li ser jiyana gelek alimên di sed sala 19 de gelek berhem nivîsandîye. Li Turkîyê jiyana Said Halim Paşa û Saidê Kurdî jî ew alimin ên ku  navê wan bala Cemîle kisandîye.[3]

Wekî Saidê Kurdî çawa berhemek bi navê ku kufur û muvazene nivîsîye; wê jî Îslam and Modernism, Îslam and westrn society ( îslam û civaka rojava)  nivîsîye.

Di berhema xwe yê tîpên dûyemin de jî qala Three great Islamic movements in the Arab world of the recent past “Di heyama nêzik alema Îslamê de sê qewîmînên mezin” dike. Evna; li ser civaka Muhammed kurê Abduvahhab, ( sunîsî û Mehdîyê li Sudan ne. Di salên dawî de jî li ser Mewdûdî , Hesen el Benna û ustad Bediûzzeman berhem nivîsandîye. Li ser van hersê civakan Îslamî hûr bûye û berhemên serbixwe nivîsandîye. Piştî wefata Ustad Saidê kurdî heyranbûna xwe ya li ser Risale-i nûr anîye ziman. Wîsa tê zanîn ku berham xwe ya li ser Bediûzzeman  pîştî vefata wî gelek dûv re nivîsandîye. Yekem çapa pîrtûkê di sala 1976 de derketîye. A Great Islamic Movement In Turkey/ Li Turkiyê  Hareketa Îslamî. Di berhema xwe jiyana Bediûzzeman û herketa Risale-i Nûr bi avayekî serkefti anîye ziman. [4]

Di derbarê Ustad Seîdê Kurdî gotinek wê ya balkêş jî ev e:

Heger di alema îslamê hebûna kesên Îslamê bi gotinên rast bidin nasîn yek ji taybetmendîya dîroka Îslamê be; hingê Bedîûzzeman Saidê Nursî jî  muceddîde ku ji Turkîyê re bûye nesîb.

Hêjayê gotinêye ku em bêjin Meryem Cemîle hemû berhemên xwe di demên ducanîya xwe nivîsîye.

Mixabin ev xanima hêja ku, bi dehan berhemên peyabilind nivîsîye di alema îslam de têra xwe nayê naskirin…

Dibe ku sedema vê yekî jiyana Meryem Cemîle ya ji dûrê berçavan be jî. Lê sedem çi dibe bila bibe. Divê jinên misilman vê xanimê û ên wekî wê xizmeta dînê îslamê kiribin weke Zeynep Gazalî Emine Kutup hvd baş bizanibin.

Nivîskar Nilgun Dere di nivîsek xwe de weha behsa M Cemîle dike:

“Margaret Marcus beî bibe misilman  maqaleyên xwe ên ku heta şeş salan lî Afrîqa başûr, Pakistan û li Îngîlîztanê de hatine weşandin, ramanên Elî Abdurrazik, Xalit Muhammed Xalit,Taha Huseyn, Zîya Gokalp û Asaf Feyzî ên derbarê alîgîrîya Rojhilat tenkid kiriye û biaqîlmendî red kirîye.

Hinek ji van nivîsan li Turkiyê de jî di hinek rojnameyen de hatine weşandin.[5]

 

                                                      Vefata wê

Ev xanima bi rûmet di sala 2012 de nod salîya xwe de 17 pirtûk bi qasê heftê heb pirtûkok, jiyanek têr û tijî li dû xwe hişt û ji me xatir xwest. Xwedê jê razî be  xîret û îmana wê bike nesîbê jinên misilman.



[1] https://islamansiklopedisi.org.tr/meryem-cemile
[2] https://dogruhaber.com.tr/haber/57380-mevdudinin-manevi-kizi-meryem-cemile/
[3] https://www.risalehaber.com/bediuzzaman-meryem-cemileyi-cok-etkiledi-161222h.htm
[4] https://www.risalehaber.com/meryem-cemile-ve-bediuzzaman-13987yy.htm
[5] http://www.cevaplar.org/index.php?content_view=5399&ctgr_id=100&fbclid=IwAR3BdMwnqRuwoNhojkiQqEhohAT9D0zT3XSFCrNmsPiUyjOdMB5bDfMKyB4