rojbin @ sivildusunce.com

Ew roj di kampusa zankoyê de, teşxela mamoste û xwendewanan hêjayê ditînê bû.  Kelecana  destûrdayîna zankoyê  xwendewanan pêça bû.  Her çî em mamoste, em jî herî kêm qasê xwendewanên xwe bi kelecan bûn. Serkeftina wan beramberê keda me bû…
“Mamoste ez dixwazim tu jî digel me wêne bikşînî?”
Min bê dilîya Dilaya xwendewana xwe nekir. Dila keçek koçer bû. ji Cizîra Botan boy xwendina zankoyê hatibû Mûşê…
Dê bav û herdu birayên wê di rê û risma destûrdayinê de amade bûn. Dilayê destê min girt û ez ber bi dayika xwe ve kaş kirim.
“Yadê ev mamoste Ruken”
Dayika wê beî ku kêyfxweşîya xwe bi hevnasîna me  bîne ziman; demek şaşmayî li min nêhirê, paşê pirsa xwe kir:
“Li min bibore Rukena delal, her çendî gelek sal li ser borîbe jî min tu şibandî nasekê. Ma gelo ji gundê Spîndar keça Gulê nînî, xwîşka Muhbetê?”
Min bi awirek mereqdar beî ku bêjim tu ji ku dizanî pirsa wê bersivand:
“Belê!”
“Ma te ez nas kirim?  Ez Nazê, Nazêya koçer xwîşka Qumrîyê me”
Ya Xwedayê mezin! Ev xewne an xeyal e? Mezinên me belasebeb negotine: “Dinya piçuk e.”
Kela kela havînê de, keçen gund di rêya vegera bêrîyê de, berê xwe dan berçem. Çemê ku ne wekî derbaharan bi coş diherîkî lê, dîsa bi darên sincan ku bibû warê bêhnvedan û sîhwana şênîyên gund ve têra xwe rewneqdar bû…
Nazêya koçer çewa çav li keçên gundî ket ew jî berê xwe da berçem.
 Ew roj bibû despêka hevnasîna me û Nazê…
Elen koçeran wekî hersal dîsa hatibûn di binya gund de konên xwe vedabûn. Di navbera keçên gundî û keçên koçeran de têkiliyên baş çêdibû. Lê herî zêde xwîşka min Muhbet û Nazê nêzî hev bibûn. Hema bêje herroj hevdu didîtin. Ya rast ji bilî keçan, xortên gundî jî bala wan li ser keçên koçeran bû…
Li gor gotina malanên koçeran Nazê bi xortek koçer ve nîşanî bû.  Lê ji ber ku bê dile wê bû, wê xwe wek keçek nîşanî bilev nedîkîr. Her çî xortên gund ên ku gulên evînî dirîjê wê dikirin wê hinek bi nazî be jî wan gulan werdigirt û hêvî diniqutand dile xortan…
Xwîşka Nazê Qumrî hevsalê min bû. Em herdû jî hingê hê heftsalî bûn.  Xwîşkên me bi ku de bîçûyan, me wekî berxikên sawa ku naxwazin ji makên xwe veqetin dida du wan…
Rojekê  min û zarokên gund me li berpalê çîyê de dileyist. Hingê ez çav li Nazê û Mirze ketim.
Mîrze xortek bajarî bû yekcaran dihate mala meta xwe. Mîrze serê xwe danî bû ser çoka Nazê. Baş bû ku li wê cihê ku min xwe lê veşart zinarek hebû. Ew hay ji min nebûn. Lê mixabin xwîşka nazê Qumrî jî hate bal min û li gotin û tevgerên herdû evîndaran guhdar bû.
Nazê wê rojê wekî hercar dismalek spî dabû serê xwe. Fîstanek binevşî li xwe kiribû.
Bi tîlîyên xwe ve porê Mîrze şeh dikir. Qumrî nema sebir kir. Ber bi gun ve revîya. Min da du wê, wekî min hizr kir; rast e rast çû ber konê xwe û ev bûyer ji dayika xwe re vegot. Ez hingê ketim fikara Nazê.
Li ser vê bûyerê tenê hefteyek borîbû. Rojek dîsa keçên gund ber qeraxa çem kom bibûn. Me hew dît pîkabek li paşt konên koçeran rawestîya.
Du zilamên nav salî bi tevî du pîrejinan ve berê xwe dan konê mala Nazê.  Nazê ku hingê li ber kon tevê dayika xwe ve hirî şeh dikir. Bi reve rev ji wir dur ket. Berê  xwe da gund. Helama jinebî meta Mîrze di rê de pergî Nazê hat; nazê bi hêvîya ku ew wê biparêze xwe spart bextê wê lê, Helima jê re nebû hêvî. Wê ew roj xîyaneta mezin li wê û birazîya xwe Mîrze kir.
Ew bû çend sal li ser vê bûyerê derbas bû lê, hê jî hawar û qerîna Nazê ya wê rojê di guhê min de olan dide:
“Meta Helima ez ketime bextê te tu min biparêze”
Bes helima bi çepîlê wê girt û nehêla ew li cihê xwe bilive, heta ku ew herdu zilam tevê keke Nazê hatin bi destê zorê Nazê sîwarê pîkabê kirin û ji gund dûr ketin.
Çend roj piştî wê bûyerê malbata nazê ji gund bar kirin. Lê du malên koçer ku hê ji gund ber nekiribûn, em ji wan pêhesîyan ku Nazê  berê dahwetê ji mala xezurê xwe revîyaye. Bes dema herdû malbat jî, ji gund bar kirin êdî me tu hewal ji Nazê negirt û me tu car nezanî aqubeta wê bûye çi?
Rê û risma li zankoyê qedîya. Nazê û Dîla ji min xatir xwestin û em ji hev weqetîyan.
Pirsen ku ew çend sal bû mejîyê min dogojî ew roj jî ma bêbersiv.
 
 
rojbinserap@gmail.com