rojbin @ sivildusunce.com

Ew sê roj bu ku wê stranê guhdarî  kirî  lê hê ji bandora wî derneketi bû. “Behna biharê ji te tê yarê, tu ket bîra min dîsa vê êvarê”. Xwedêo! çi dengekî xweşik bû çi stranekê xweş bû “Ma çidibe dîsa bibîhîsîm wê dengê ” Digot, lê bi xwe jî ji boy hêstên xwe diket gumanan ma wê kengî bawerîya xwe bi evînê anîbû ku. “Lê ev çîye?” Dikot. “Evîne yan meraqe?” Bi zengila telefonê  ji xeyalên xwe dûr ket.
 "Ma tu nayê kar?”
Hevkarê wê jê bîrsî
“Na qet dilê min naxwaze bême kar.Hûn li benda min nemînin”
 Di dibistana mader de mamostetî dikir.Lê wan rojên davî wek hertiştê ji mamostetîyê jî sarbibû. Hema tenê dîxwest xwedîyê wê dengê nasbike.
Herçiqas wê jî dizanîbû ku ketîye du xeyalekî, lê dîsa ji hêstên xwe durnediket.
Pirtûkekê girt destê xwe pala xwe da qenepê û lîngekî xwe avêt ser lingê dinê dest bi xwendinê kir, hê rupelekê ne qedandibû ku bi dengekî ji malika teniştê dihat veciniqî hedîka pirtûk ji destê xwe danî ser sêpê nêzê dîwar bû, bi baldar guhdarî kir. Belê dîsa ew deng, bû tepîna dilê wî lê, alîyê din dilşahîyekê wê pêça. Lewre ev denga ne xeyal bû, rast bû. “Na na weha nabe” Got: “Ez ê xwedanê vê dengê nasbikim, ma jixwe deng jî ji malika teniştê tê”
 Biryar da ku ji xwe re hincetekê bibîne û biçe malikê.
Çu cil û bergên xwe guhart. Makyajekê xweru çekir her çiqas kêyfa wê gelek bi çêkirina makyejê nedihat jî, hema îro dixwest xwe biguherîne, ji mal derket. Hedî hedî ber bi malikê ve çu. Bi hêstên ku tirs û kelecan tevlihev bûye pêl bişkoka derî xist. Bistek li benda vekirina derî ma paşê hedîka milê derî livîya.
Destê xwe da ser dilê xwe, dilê wî hindik mabû ji cihê xwe bipeke.
 Kelecanekî mezin wê girtibû,  Hemû laşê wî  dilerizî. Bi vebuna derî ve hêvîyên  wî  ji binê ve şikestin. Ê ku wî dixwest xwedîyê dengê nepenî bibîne, lê niha jinekî navsalî jê re derî vekirîbû. Ew û jinik cara yekem bû ku hev û du didîtin.
 “We xêre keremkin” 
“Minê bi gota” 
got  û hemû gotinên xwe ji bîr kir.
“Biborînin ez bi xeletî hatime vira minê derê hemberê ve lêxista”
jinik piştî ku hinek matmayî lê nihêrî bi muruzekê tirş ve  derî  tews ser da girt.
 Bi gavînên sist hate ber malê beyî ku bi miftê derê xwe veke, pala xwe da derî behna xwe veda. Paşê dev ji têketina hundir berda ji boy ku were ser hemdê xwe,  ber bi parka nêzikê mala xwe ve çu.
Çi dema behna wî teng dibû diçu parkê, herçiqas ew parka ya zarokan bu jî dîsa çuyîna vê parkê wî dilxweş dikir zarokên ku di yarîgehên parkê de dileyîstin temaşe dikir. Xwezîya xwe bi zarokan dianî. Ku telefona wî lêneda wî dikarîbû heta êvarê li ser kursîya dar runê û yarîyên zarokan temaşe bike.
 Ê ku telefon vekirî xwedanê dibistana ku ew tê de mamostetî dikir bû. Merik  daxwazîya xwe ya ku ew vegere ser karê xwe anî ziman û got ku ew neyê kar divê ji xwe re karekî nû bibîne. Pîştîku zanko qedandibû demek dirêj bê kar mabû dûvre bi arîkarîya hevalekî xwe dibistanekî taybet de dest bi kar kiribû.
Ji xwe wê jî êdî dixwest li  ser karê xwe hûr bibe daku hinekî ji van xeman dûr bikeve.
 Roja dotirê wek hercar sibê zu ji xew şîyarbû.
Pîştî ku çu serşokê dest û ruyê xwe şuşt, hema li ser linga çend parî xwarin avetê devê xwe bi lez  û bez cil û bergên xwe li xwe kir mifta texsîyê girt û ji mal derket.
 Ber derê balaxanê garajekî areban hebû wê jî wek hemû kesên ku niştecîhên balaxanê texsîya xwe li wê garajê de park dikir. Ji ber ku sibê zu bû, hemû xwedanên ereban yek bi yek dihatine qerajê û li erebên xwe sîwar dibûn û ji qerajê derdixistin. Piştî ku  eraba xwe ji qerajê derxis,t li tenişta balaxanê dema  zivrînekê derbas bû, hay ji ew mêrikê li ser caddê nebû erebê raste rast li ser  mêrik ve ajot. Bi lez ji texsîyê daket.
Xwarê ser mêrik bû bi dengekî nizm got: “Xwedêo!  çi dibe bila bijî”  Paşê bang li mêrik kir:
”Hûn min dibîhîsîn! Ma hûn min dibîhîsin?”
Mêrikê ku wek mirîyan li ber texsîyê dirêjkirî hedîka çavên xwe vekir bi nalîn ji keçikê re got: “Te çima ez kuştim? min tenê Ji te heskirîbu. Keçik bi dengê telefonê li ser compîtorê rabû
 “Ma te hê çîrok neqedand; Tu yê kengî rêkî weşanxanê?.
“Belê min çîrok qedand”
got ji edîtorê kovarê re. Navê çîrokê jî evîna nepenî ye.