zinar @ sivildusunce.com
Name ji Hikûmeta Tirkiyê re: MEDRESEYA KURDÎ Û ÎLAHIYATA TIRKI

Rêzdar Receb Teyib Erdogan 
Serokkomarê Tirkiyê
Rêzdar Binalî Yildirim
Serokwezîrê Tirkiyê
Ev e 90 sal in ku Kemalîzma Dewltê, hem Zimanê Kurdî qedexe kiriye, hem Medreseya Kurdî radaye, hem jî Toreya Kurî tune kiriye. Ji van jî zêdetir, nivşên Kurd li Bakûrê Kurdistan û yên li hin herêmên Tirkiyê, bi derbekê ji koka xwe dûr xistine û sîstemê bi riya Partiya xwe ya komunîst, hemû tovên xirabiyan jî di nava Ciwanên Kurd de jî çandiye. Ev e 20-30 sal in jî ku ew berê xirab seridiye û rûxandinê dike.
Ew saziya bi navê Medreseya Kurdî ku ev e 1.100 (heza û sed) sal in xwendin û perwerdeya Kurdan meşandiye, herweha projeya Computer û Robotê ku jê derketiye, ji 1925an û bi vir ve dewletê hemû cûreyên perçiqandinê lê bi kar aniye, xasma jî piştî Cuntaya Faşîst a Kenan Evrenî ku wê saziyê bi erdê ve kiriye yekere, lê bi saya hikûmet û partiya we hin bi hin ew bi xwe ve tê û hindin be jî hatiye.
Lê belê ev yek tenê ji bo Medreseya Kurdî ne bes e. 
Divê Medreseya Kurdî statuyeke xwe ya tayber werbigire. 
Herweha li Tirkiyê niha Fakulteyên Îlahiyatê xwediyê çi sitatuyê ne, divê Medreseyên Kurdî jî bibin xwediyê wan destkeftiyan.
Bi wê yekê pêşkeftineke mezin wê hem li Tirkiyê û hem jî li Bakûrê Kurdistanê derkeve holê û aramiya herêmê jî dê sererast bibe.
Bi hêviya xemxwariyeke erênî ji bo vê babetê, her şad û serkeftî bin...