rojbin @ sivildusunce.com

Şîretên bav û kalan hertim di jîyana me de wek tirêjên rojê rê ya me ronî dikin. Lê mixabin  gelek caran, ew şîret bi me gelek tehl û nexweş  tên.
Em  naxwazin van şîretan bibîhîsin.
 Em di rêyeki tarî de, bi serê xwe û bê rêber dimînin. Çava ku mezinan gotîye: “Xwedê kesî neke ber şîreta”  Em çîqas nexwazîn jî bibîhîsin em gelek caran ji ber tevgerên xwe hertim van şîretan ji mezinên xwe dibîhîsîn, Wek minak 18 sal berê ji boy ku ehlîyeta erebê bîstînim çûm qursa ajovanîyê.
Standina ehlîyetê ji boy min wek şoreş bû…
 Lewra wê demê di bajer de jinên xwedî ehlîyet hema bêje qet tune bû.
 Heval  û hogirên ku bihistibûn ezê ehlîyet bîstînim kêfxweşîyên xwe dianin ziman û min pîroz dikirim.
Jinikekî ciranê me jî,  ku di qursa daktîloyê de mamostetî dîkîr. Dilşahîya xwe a ku ezê ehlîyet bîstînim anî ziman û ji min re got ku karekî min di vî warî de, bikeve layê wî, wê bi kêfxweşî ji min re bibe arîkar.
Min jê re spas kir û bê minet got: “Ez bawer nakim ku karekî min bikeve layê wî ji ber ku mamostetîya daktîloyê û standina ehlîyetên tiştên ji hev cûdan e.
Jinik kenîya û got: “tu dizanî lê ku şolê te kete layê min bizanibe ku ez amademe ji boy arîkarîyê”
Ez xwe bi xwe kenîyam û hatim malê min ji dayika xwe re got: “Ev jinaka jî xwe wek parêzgerê vê bajarê dibîne, ka çi ji destê wê tê ku veha dipeyive” Dîya min got: “keça min veha mezin qise meke, dibe ku  hevcedarî ya me bi arîkarîya wê hebe”. Lê ez dîsa gotinên xwe de nehatime xwarê.
Heta ku min hemû pedîvîyên ku ji boy standina ehlîyetê pêk anî û pîştî du mehan,  em ketin ezmûna ehlîyetê  û herî davî çûm qursê.  Min dosyê ji qursê girt ku ez biçim bidim qeroqolê daku ehlîyetê  bîstînim,  xebatkarekî qursê dosye da destê min got: “Di nav pelikekî (belge) de du sê rêz valahî hey e, divê ev bi nivîsekî daktîloyê bê nivîsîn. Erê bi nivîsa daktîloyê! çîma nivîsa daktîloyê?
 Dema mîn ev gotîn bîhîst, rûyê mîn zer bû, çavên min tarî bû nema mabûbû ez dev ji girtina ehlîyetê bedrim.   Te digot, qey Xwedê tola bi serê xwe re çûyînê ji min hildide.
Ez berê fikirîm ka xêncî wî jinikê ku ez jê arîkarim bixwazim kes heye yan na lê ji ber ku hemû sazîyên fermî de kompîtur cihê daktîloyê girtîbû, tu derê kesekî bikaribîya nivîsa daktîloyê binivîse tunebû.  Ez neçar bi dosya destê xwe ve çûme qursa daktîloyê û xwedê jê razî be, jinik hema di gavê de ew nivîs bi daktîloyê  nivîsand û da destê min. Veca divîyabû  piştî vê bûyerê ez hişdar bûma û min êdî mezin qisenekira,  lê na ewdê gunekar wîsa zu bi xeletîyê xwe naxese! Ka şeytanê korê naletî ji me diger e?
 Rojekî ji boy serlêdana nexweşekî ez çûm nexweşxanê. Em li ber derê nîştergehê li benda nexweşê xwe bûn. Beî ku nexweşê me nîştergehê  derkeve, refeqekçîyên nexweşên dîn  yek bi yek nexweşên xwe ji hûndir derdixistin. Wê kelîyê de Jinikeki bi cil û bergên qefçil (rûkûş) ku hatibû hawara nexweşê xwe bala min kişand. Jinikê cotek solên reş ên vekirî bi gorên spî ên stûr,kiribû lingên xwe, laçikekî bi çînî dabu serê xwe û etegekî kesk  û kutîgekî  pirteqalî li xwe kiribû. Min xwe bi xwe got. “Xwedê hivza mirov bike.
Ma qey sûka vê bajarî de cil û berg qedîyaye? Divê mirov ji mal derket, li gor civakê cilekî birêkûpêk li xwe bike ew çi hale!”
Roja dotirê ez dîsa ji boy serlêda nexweşê xwe ji mal derketim. Digel ku asîman hinek bi ewr bû jî dîsa min barîna baranê ne dipa. Lê wekî jîyan bî xwe min şîret bike. Ez hê negîştîbûm hewşa nexweşxanê bi emrê xwedê baranekî wîsa dest bi barînê kir, min dî jîyana xwede tu car tiştek weha nedîtibû; digel ku li ser vê bûyerê deh sal borî min hê jî  barijekî bi vê avayê nedîtîye.Te digot qey xwedê ji boy tola vê jinika reben ji min  hilînin çend ferîşte erkdar kirîye.  Ji ber wê lehî û lesarê hemû kolanên bajar wek çem diherikin.
Sed mixabin di wê kolana ku ez dimeşîyam tu banê ku ez xwe bispêrim jî tunebû.
 Hemû  cil û bergên min şil bûn, te digot qey min  qesta xwe di nav çemekî de dakirîye û derxistîye. Ez bi wê rewşa xwe a şerpeze çûm nexweşxanê, digel ku min li ser pêlekanê pêşa xwe givaştibû jî dîsa hemû cilên min pêdivî bi givaştinê hebû.
Wê rojê çi xebatkarên nexweşxanê, çi kes û karên nexweşan, çi jî kesên ku rê ya vegerê de rastên min hatin têra xwe bi min kenîyan. Vêca çima min niha qala van bûyerên ku xwendewanên hêja bixvînin û ew jî têra xwe bi min bikenin kir?
 Ew çend roje ku qet dilê min naxwaze ez tiştekî binivîsîm. Min çend pirtuk xwend, gelek hevl da xwe daku du sê reş rêzikan bireşînim. Rojekî hevalek hêja, bi telefonê li min gerîya xebatên min pirsî, min jê re qala tiralîya xwe kir û min got: “Ez wek kanîyekî bê av xitimîme û tu îlham nayên min ku tiştekî binivîsim. Û min got her hal ezê demekî  nikaribim tiştekî binivîsim, lê piştî vê telefonê ez hinek fikirîm û min ji xwe re got: Gelo min dîsa mezin qise kir, lê ku niha babetek ez binivîsîm vere hişê min!  Çava min veha got, ev bûyerên min jorî bi lêv kirin,  hatin bîra min û ez rûniştim ser xewjimêrê (kompîtur).  Hêvîdarim êdî xwedê gotinên vebirî neke nesîbê min!
 Daku ez dîsa nekevîm ber şîretên mezinan lewra pêşîgotinekî kurdî heye dibêje: “Gotinên mezinan dişibin niviştan” min ev pêşîgotin yekem car di zaroktîya xwe de ji pîrejinekî gundî bihist. 
 Rastîya vê gotinê jî gelek serborî û ceribandinan de di jîyana xwe de dît.
 Rojbîn Özkan.
rojbinserap@gmail.com