rojbin @ sivildusunce.com

Di berbanga biharê de zivistan, hêdî hêdî xatir ji xwezayê dixwest. Ewrên reş û tarî aso dagirtibû. Baran bê navber dibarîya…
Pîra Perîxan, wekî heroj sibê zu ji xew şîyar bibû. Hinek li ber pacê barîna baranê temaşe kir.
Ji ber rewşa hewayê bêhna wê teng bû… 
Vegerîya oda xwe, destxetê xwe girt destê xwe û dest bi wehonandina êlekê nebîyê xwe kir.
Bi giştî şeş nebîyê wê hebûn. Du nevîyên wê, bi tevê keçek wê li Avrupa dijîyan.  Herî zêde bi hesreta wan disojîya. Lewre di nav nevîyên wê de ên ku kurdî dizanîbûn ew tenê bûn. 
Li mala kurê xwe yê mezin de dima.  Bûka wê xelqê Îzmirê bû. Canikek bi siyanet bû.
Tu car dile wê jê nemabû. Diltengîya wê tenê li ser ziman bû.  
Di malê de kesê ku pê re kurdî bipeyive nebû…
Erê bûk çend gotinê kurdî fêr bibû. Jê re digot:  “daye” lê, rastî ew tenê tîna dilê wê ya  bi hesreta zimanê kurdî nedişkêna…
Bi dengê telefonê destxetê xwe danî ser qenepê. Rahişt telefona xwe ya ku herdem di bêrîka fîstanê wê de bû…  dema xeberdana wê ya bi telefonê qedîya, bi hêrs dest bi dijunan kir:
-Hey malxirabno! Ma hûn qed neguherin? Ma heta kengî hûnê bi vê rûreşîyê ve bijîn?!
Li gor xebera ku telefon de jina birayê wê je re gotibû, li gund di navbera du malbatên ku hizmên hevbûn, şer û pevçûn rûda bû û di encamê de çar kes mirîbûn. Ew xebera reş, berê bîranînên pîra Perîxanê da pêncî sal berê.
Cîwanîya wê hat bîra wê:  Hê bûka serbîxêlî bû. Dîsa rojek weha baran dibarîya.  wan salan de edet bû, bûkên teze heta çend mehan bi xêlîya sor diçûn ser kanîyê  û karên malê dikirin. Cûrê avê da ser mile xwe, ber bi kanîya binya gund ve meşîya.
 Ji xwe li gund tenê ew kanî hebû… Ji nişkê ve dengê  çekan, hawara gundîyan li hev ket… 
Mala bavê wê û mal xezuranên wê ji boy çend pisgirêkên zevîyan ku ew çend sal bû bi tu awayê çareser nekiribûn; rahiştibûn çekan. 
Di encamê de ji her du malbatan pênc xort hatibûn kuştin…
Piştî wê bûyerê mal xezuranên wê ji gund barkiribûn û hatibûn bajarê mezin. Perixan heta demek dirêj ji mala bavê xwe dûr ketibû.  
Paşê bi harikarî giregirên aşîrên welat herdu malbat li hev hatibûn. Bes bavê Perîxanê dîsa jî destur nedabû ew vegerin gund. Li ser vê yekê mal xezurê wê jî nedîhêlan ew here mala bavê xwe. Tenê di mirina bavê xwe de çûbû mala bavê xwe. 
Piştî çend salên dî ku birayên wê malên xwe barkiribûn bajar ew sê çar salan carekê diçû malên wan. Lê hesreta gund şev û roj dile wê diheland. 
Nebîyê wê Gulnar ew sal zanko qedandibû û bibû rojnemvan. Wê jî dixwest li ser dozên xwînê lêkolînan bike. Bi vê hincetê xwest, here gun û pîra xwe jî bi xwe re bibe…
 Mixabin li welat bi sedan bûyerên bi vê rengê qewimîbûn û herçendî hejmar ne wek berê zêde be jî dîsa diqewimîn… 
Gulnar beyî ku haya pîra wê jê hebe bileten balafirê girtibû. Ji boy rêwîtîya welat hemû amadekarîyên xwe pêk anîbû… 
Tenê mabû du roj ku pîra Perîxan li darê dinyayê dîsa gundê xwe bibine. 
“Hîn xeletîyên rabirdu dibin kap û li gewrîya miravan dipiçikin” 
Ev gotina dayika wê tu car ji bîra wê nediçû…  
“Dayê çîroka zewaca te û bavê min çawa bû?” Perîxanê dema vê pirse ji dayika xwe kiribû hê keçek danzdeh salîbû…
“Dayê bi qurban, ez di salên te yê niha de bûm. Dayika min li ber tendurê nan dipat. Min jî jê re bi hevir girik çêdikir. Kalikê te yê rehmetî ji derve hat. Ez li hember wî rabûm ser pîya. Gelek bi kêyf bû. destê xwe avêt ser mile min û ji dayika min re got: “Xanim tu zanî min eyşanê da şû. Xwedê bêje erê çend rojên dî emê rojên nîşanîyê dîyar bikin. Dayika min wekî haya wê ji mêj ve jê hebe, beyî ku bipirse min dane kî, ji bavê min re got:  “De Xwedê ya bi xêr bike. Xwedê keça me bi tevê heval û hogiran ve serfinaz û serbilind bike”  
Dema bavê min ji xanîyê tendûrê derket. Diya min ez zêde di meraqê de nehîştim:
-Qet xem neke, daye bi gorî mala Sertîf axa malek xanedane. Mal û milkê wan xewnên keçan dixemilîne.  Gundên der û dor ji boy ku keçên xwe bidin wê malbatê ketine rêze. Lê hemd ji Xweda re ew qismetê mezin bû para keça min…”
Erê gotina dayika min rast bû. Ez bibûm bûka malek mezîn. Di wan salan de kesê ku berê zewacê zava bidîta û bizanibûya ka yekî çawa ye, ne pêkan bû. lê ji ber ku em malbatên hevnas bûn xortê malike, ango bavê te, yekcaran bi hespê xwe ve dema ji gund derbas dibû, dihat li hewşa me de bêhna xwe vedida û ji min tasek dewê sar dixwest… 
Çîye dayê, tu çîma weha bi fikarî? 
Pîra Perixan bi dengê kurê xwe ji xeyalên xwe veciniqî:
-Nizanim kurê min, gîranîyek mezin li ser dile min heye. Nikarim xwe bilivînim… 
-Xwe xem bar neke dayê, tê sibê herî gund, wê hemû êş û janên te belav bibe.
Ew roj wekî demsal ne havîn be, gure gura ewrên reş û tarî bû. Baranek  bê hed û bê hesab dibarîya.  Li balafirxane bi sedan kes hatibûn pêşwazîya pîra Perîxanê. Hemû zarok û nevîyên wê jî ew tenê nehêlabûn hatibûn welat.
Erê, Perîxan piştî pêncî salan hate gundê xwe. Wê li rex dayika wê çal kirin. Dengê herî dawî kete guhê wê dengê baranê û terqîna bi kurdî bû…